Komisyona Bilind a Hilbijartinan daxwazeke PDKyê li Kerkûkê bi cî tîne

Kerkûk (K24) – Piştî nivîsara PDKyê ji bo Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kerkûkê ku daxwaz kiribû zimanê Kurdî di nivîsarên fermî de neyê piştguhxistin û kesek bi rengekî fermî ji bo axiftinê bi zimanê Kurdî bê danan, îro Ebdulbasit Derwêş ku fermanberekî Kurd e li Komisyonê bi rengekî fermî ji bo wê meremê hat destnîşankirin.

Roja Pêncşemê, 16ê Mijdara 2023ê, Rêpêdayiyê PDKyê li Kerkûkê Saman Reşîd ji K24ê re ragehand, “Piştî daxwaza me ya ku me arasteyî komisyonê kiribû, bi spasî ve îro Rêveberê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kerkûkê kesek ji bo kanalên ragehandinê û rênimayan bi zimanê Kurdî destnîşan kir”.

Saman Reşîd amaje da wê yekê jî ku, “Zimanê Kurdî di destûrî de zimanekî fermî ye û divê li tevaya fermangeh û dezgehên hikûmetê bê bikaranîn û em ji bo vegerandina vî mafî jî bêdeng nabin û dê hemî bizavan bikin.

Biryar e ku li roja 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên Civatên Parêzgehên Îraqê bên kirin ku ji 2005ê ve ev gera yekê ya hilbijartinên civatên parêzgehan e li bajarê Kerkûkê dê bên kirin, ku tevaya lîst û aliyên cuda cuda yên Kerkûkê li ser 15 kursiyên civata parêzgehê hevrikiyê dikin.

Ji bo vê hilbijartinê, 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 kandîdan û ji 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê kandîdên serbixwe.