Wezîrê Derve yê Îranê: Em naxwazin şerê Israîl û Hemasê berfireh bibe

“Mimkin e Waşinton û Tehran jî rasterast danûsatndinan bikin”
Wezîrê Derve yê Îranê, Husên Emîr Ebdulahiyan
Wezîrê Derve yê Îranê, Husên Emîr Ebdulahiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê ragehand ku Îran naxwaze şerê Israîl û Hemasê berfireh bibe.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan ji rojnameya Financial Times a Brîtanî re ragehand, ji Amerîkayê re gotiye ku Îran naxwaze şerê Israîl û Hemasê berfireh bibe, lê eger êrîş û tawan li dijî xelkê Xezzeyê û kertê rojava berdeewam bin, sedem dê ji bo berfirehbûna şerî vekirî bin.

Amaje da wê yekê jî ku Îran û Amerîkayê li destpêka şerê Israîl û Hemasê bi rêya balyozê Swîsrayê li Tehranê peyam li hev guhertine û mimkin e Waşinton û Tehran jî rasterast danûsatndinan bikin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.