Opozîsyona Tirkiyeyê: Li parlementoyê keşeke erênî bo amadekirina destûreke nû nîne

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê beriya her hilbijartinekêو deshilata vî welatî mijara destûreke nû tîne rojevê. Beriya hilbijartinên şaredariyê yên adara 2024an de jî deshilata Tirkiyê hewl dide di parlementoyê de destûreke nû amade bike. Partiyên muxalefeta Tirkiyê bi çend sedeman nêzîkê ev daxwaza deshilatê nabin. Hiqûqnas jî destûreke nû bo Tirkiyê pêwîst dibînin.

Di siyaseta Tirkiyê de piştî nîqaşên di navbera dadgeha bilind û dadgeha destûrî de gur bûn serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo pêşîlêgirtina zêdebûna arişeyên navbera her du dadgehan de mijara nivîsandina destûreke nû anî rojevê. Erdogan da zanîn ku ji bo rakirina nakokiyên di warê hiqûqê de pêwîstî bi destûreke sivîl û demokratik heye û ev destur dê di bin banê parlementoyê de bê amadekirin. Lê belê partyên muxalefetê xwe zêde nêzîkê ev daxwaz deshilatê nakin. Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan da diyarkirin ku ew bi tu awayî nahêlin ku destûreke nedemkoratîk û azadiyan sînordar dike bê avakirin û banga nivîsandina destûreke demokratik û mafparêz kir.Rayedarên partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHP bi çend sedemên serekî ev daxwaza deshilatê erênî û pêkan nabînin.

Parlementerê berê yê CHPê Yildirim Kaya ji K24ê re got: “Destûra ku tenê bi partiyên siyasî yên parlementoyê de bê çêkirin dê sûdbexş nebe. Lazime hêzên derveyî parlemntoyê, sendika, saziyên sivîl û demokratik jî di nava proseyê de bin. Serokkomarê Tirkiyê bixwe pabendî destura heyî nîne dê çawa destûreke nû ava bike. Heta ku lêborîneke giştî neye ragihandin nepêkane destûreke nû jî bê amadekirin. CHP bi tu awayî destûreke nû li gel AKP û MHP ya ku destûre heyî nas nakin amade nake.”

Hiqûqnas jî ji binî ve guherîna destûra Tirkiyê û guherîna xalên ku taybetî di destûrê de cih nade hebûna Kurdan pêwîst dibînin.

Hiqûqnas Mesut Ozer dibêje: “Destûr sedî sed lazim e ji ber ku ev destura îro meriyete de herkesi Tirk dihesibîne. Em Kurd ne Tirkin em hemwelatiyê Tirkiyê ne lê em Kurdin. Xala 66an ya destûrê diwê bê guhetin. Derheqê zimanê Kurdî de xala 42 ya destûrê dibêê bê guhertin û derheqê zimanê Kurdî de perwerdehiya zimanê Kurdî çêbe. Diwê wezaretek hebe derbarê têkiliyên Tirkiye û Kurdan de hêviyên kurdan tiştên Kurdan verbigre û xizmetê ji Kurdan re bike.”

Destûra Tirkiyeyê di sala 1982an piştî kudetaya leşerî hate amadekirin û di 22 salên deshilatdariya AK Partiyê de 20 caran hate guhertin. Deshilat di vê baweriyê de ye ku ev destûr temamî ji nû ve bê nivîsandin. Lê belê muxalefet amaje pê dike ku di bin banê parlementoyê de keşûhewayeke erênî bo amadekirina destûreke nû nîne.