Ano Cewher: Korbenda MEPS'ê karî cîhanê bîne Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda MEPSê li Dihokê de ragihand, îro gotûbêjên akademîk û siyasî MEPSê tên kirin.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher ji K24ê re ragihand, îro li korbenda MEPSê li Dihokê gotûbêjên akademîk û siyasî MEPSê tên kirin. MEPS îro dikare cîhanê bîne Kurdistanê.
Ano Cewher got jî: “Gelekî giring e ku biryarder û akademîsyenên li ser asta herêm û navdewletî bi hevahengî ligel biryarderên Kurdistan û Iraqê li Xanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê bicivin.”
Herwiha got: “Divê rewşa niha ya Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistanê were gotûbêjkirin, da ku em guh li bîr û hizrên ku li Amerîka, Ewropa û derveyê welat hene, bigirin. Divê ew jî guh bidin me Kurdistiyan ku em çawa difikirin û çawa rewşa xwe digihînin hevkarên xwe yên li derve, ji bo ku em hemû bikarin ezmûna siyasî û demokratîk ya ku piştî sala 2003an li Kurdistan û Iraqê peyda bûye biparêzin û radestî nifşên xwe bikin.”