Asayişê 3 kes û 43 hezar hebên kaptagonê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li bajarê Minbicê di operasyonekê li dijî madeyên hişbirê de, 43 hezar û 300 hebên kaptagonê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro 19ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan îro di operasyona li li dijî madeyên hişbirê de, 3 kes girtin û 43 hezar û 300 hebên kaptagon desteser kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Kesên hatine destgîrikirin û madeyên hişbir ên hatine desteserkirin, piştî bidawîkirina tedbîrên pêwîst dê ji bo Dozgeriya Giştî bên veguhastin.”