Keştiyeke Israîlê ji aliyê Husiyan ve hat bindestkirin

Artêşa Israîlê ragenad ku keştiyeke wan bi 22 swar ve li Deryaya Sor ji aliyê Husiyên Yemenê ve hatiye bindestkirin.

Artêşa Israîlê amaje da wê yekê jî ku çi Israîlî di wê keştiyê de nebûn û bindestkirina wê jî rûdaneke metirsîdar e.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê jî girtina wê keştiyê şermezar kir û eşkere jî kir ku wê kiryarê dê encamên cîhanî li ser ewlehiya rêyên hatinûçûnê di nav deryayan de hebin.

Navê keştiya Israîlî Galaxy Leader e û ji Tirkiyeyê ber bi Hindistanê diçû. Pêştir jî Husiyan gef kiribûn ku, her keştiyeke ji aliyê kompaniyên Israîlî ve xwedîtî lê bê kirin an jî kar pê bê kirin, ew dê bikin armanc.

Piştî serhildana şerê Israîl û Hemasê, Husiyên Yemenê hejmareke moşekan, wekî bersivekê ji bo êrîşên Israîlê li ser Xezzeyê, avêt Israîlê.