Joel Rayburn: Divê doza Kurdan bi rêyên aştiyane bê çarekirin

Joel Rayburn
Joel Rayburn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanidyê berê yê taybet ê Amerîkayê li Sûriyeyê Joel Rayburn li nav korbenda MEPSê li Dihokê ji K24ê re got, “Divê doza Kurdan bi rêyên aştiyane bê çarekirin”. Di derheqa şerê Hemas û Îranê de jî got, “Metirsiya berfirehbûna wî şerî gelek gelek e ji ber ku rijêma Îranê agirê wî şerî xweş dike”.

Navbirî ragehand, “Eger Îranê çek û lihevkirin ji bo Hemasê dabîn nekiriban, Hemas nedibû ev hêza ku em niha dibînin. Herwesa got: Ev 15 sal in ku Îran arîkariyên serbazî ji bo Hemasê dike.

Di derheqa êrîşên milişiyayan li ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê, Rayburn got: Bersiveke bihêz li pey wan êrîşan heye, Amerîkayê hêzeke zêde aniye deverê.

Di derheqa doza Kurdan de wî berpirsê Amerîkayî amaje da, “piraniya hevrikiyên deverê girêdayî PKKyê ne. Herwesa got, “Divê pêngavek ber bi aştiyê ve di navbera PKK û Tirkiyeyê de bê avêtin, lewma niha PKK kêşe ye”.

Herwesa got, “Divê doza Kurdan bi rêyên aştiyane bê çarekirin”.

Wî amaje da, “Îraq wekî dewlet seqamgir nabe heta di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirin çê nebe, lewma eger arêşe neyên çarekirin, Îraq seqamgir nabe. Destûr wesa dibêje”.

Rayburn tekez kir, “Paşeroja Îraqê wekî dewleteke seqamgir ew e ku rêyê nede Îranê wê bike kopiya xwe”.

Li dawiyê jî got, “Ez bawer nakim Îran bimîne, Îran dikeve”.