Bi amadebûna Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Çaremîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) li Dihokê, îro 20ê Mijdarê bi beşdariya hejmarek serkirde û siyasetmedarên navxwe û navdewletî dest pê dike.

Di destpêka konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Bordê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê Mesrûr Barzanî gotara bixêrhatina pêşkêşî dike.

Piştre jî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsên Mendelewî dê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Di panela yekemîn a Çaremîn Korbenda MEPS’ê, bi navê “Çarenivîsa Rojhilata Navîn û Pirsgirêkên Berdewam” dibe û her yek ji Hoşyar Zêbarî, John Jenkins, Dr. Christine, Dr. Ebdullah Bebûd û Dr. Bedir Seyf tê de beşdar dibin. Panelê jî ji aliyê rojnamevanê Economistê Piotr Zalevsky vet ê birêvebirin.

Panela duyemîn bi navê "Destpêkeke Nû: Pêwendiyên Hewlêr – Bexda û Paşeroja Iraqê" ye û ji aliyê Narend O'Leary ve tê rêvebirin û her yek ji Qubad Talabanî, Jeanine Hennessy Plaschardt, Qasim El-Arecî, Albay Joel Rayburn û Dr. Adel Baxewan tê de diaxivin.

Panela sêyemîn jî, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson tê de diaxive û ji aliyê ve Renc Aladîn tê birêvebirin.

Di panela çaremîn de, ku ji aliyê Dr. Jamie Ingram vet ê birêvebirin, her yek ji Lord Francis Maude, Dr. Ebdulhekîm Xisro, Adnan Muftî, Dr. Elî Asîrî, Dr. Akito Yoshioka dê wekî axaftvan beşdar bibin.

Di panela pêncemîn a roja yekem a civîna MEPSê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibe mêvan û tê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê dike.

Korbenda MEPS ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê organîzekirin, tê de zêdetirî 300 serkirde, siyasetmedar, akademîsyen û pisporên aborî û ewlehiyê yên 80 welatan beşdar dibin û di çend panelan de rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Di roja duyemîn a 4. Korbenda Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn de, dê gelek panel bên lidarxistin. Axaftvan dê rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kêşeyên ewlehî, aborî û siyasî, rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn, guhertina keşûhewayê û rûbirûbûna kêşeyan û kêmkirina aloziyan gotûbêj bikin.

Konferansa MEPS di demekê de tê, Rojhilata Navîn di rewşeke ne aram de ye, bi taybetî piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmehê de. Lewma tê çaverêkirin ku di korbendê de helwest û nêrînên nû yên yên serkirdeyan bên bihîstin.

Kurdistan24 li ser ekran, malper û hemû platformên medyaya civakî, dê romala korbendê bike û panel û rûniştinên korbendê biweşîne.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve hatiye pejirandin û yek ji zanîngehên naskirî yên Iraq û herêmê ye.