Mesrûr Barzanî: Cîhan û Rojhilata Navîn di rewşeke gelek dijwar re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî radigihîne, di korbenda MEPS 2023 de, rayedarên navxwe û biyanî dê nêrînên xwe pêşkêş bikin. Got jî: “Cîhan û Rojhilata Navîn di rewşeke pir dijwar re derbas dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 4. Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de ku li Zanîngeha Amerîkî – Dihokê tê lidarxistin, got: “Ev korbenda aştî û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Herwiha got: “Em hemû dizanin ku Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî di rewşeke pir dijwar re derbas dibe. Gelek akademîsyen, siyasetmedar, biryarder û serokên partiyên siyasî yên li nevxwe û derveyî Iraqê ji bo danûstandina nêrînan û gotûbêjkirina çareseriyan, hatine vir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hêvî dikin ku di encama van hevdîtinan de, pêşniyarên baş derkevin pêş û sûdê jê werbigirin.”

Îro danê sibê li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê çaremîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn (MEPS 2023) bi beşdariya Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, lêkolîner, akademîsyenên bi nav û deng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û bakurê Amerîkayê dest pê kir.