Hoşyar Zêbarî: 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya ji bo rakirina Helbûsî, li Iraqê dubendiyê çêdike û ev yek jî lawaziya saziyan nîşan dide.

Zêbarî di 4. korbenda MEPSê li Dihokê de got: Me xwest ku îsal bibe saleke baş û geş, ji bo asayîkirina pêwendiyan. Lê em vegeriyan ku bersiva pirsa berê bidin: Gelo li Rojhilata Navîn aştî û ewlehî heye? Ez ê pir hêsan bibêjim: Na.”

Zêbarî got: Tiştê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir û êrîşa li ser cihûyan, xaleke werçercanê ye, ew ji êrîşên din cudatir bû, ev yek ji bo herdu aliyan metirsiyeke wêranker e. Di sala 2014an de min ligel şandeke welatên Erebî serdana Xezzeyê kir, ez hest bi êş û birîna xelkê Xezzeyê dikim, dizanim ku rewşa Xezzeyê bi her awayî xirab bûye, bi taybetî di warê mirovî de.”

Amaje bi wê kir, “Zêdetir ji 230 sivîlan dîl hatin girtin, ev yek bû sedem ku Îsraîl bi ser Hamasê de biçe. Ez nizanim Îsraîl çawa difikire. Ez ne berdevk û ne jî parêzerê wan im. Lê di baweriya min de, ev şerekî cuda ye.

Got jî: “11'ê Îlonê siyaseta cîhanê guhert û hinekan got ku Iraq hatiye rizgarkirin û hinekan jî dibêjin ku Iraq hatiye dagîrkirin. Efxanistan jî wiha. lê bi rastî tundrewên îslamî ev yek kirin. Bi heman awayî, tiştê ku di 7ê Cotmehê de bûye, dîsa ji aliyê tundrewên îslamî ve hatiye kirin.”

Zêbarî got: “Li Iraqa nû, tiştê ku em rûbirûyî wê bûne, Qaîde bû, ku heman rehenda tundrewiyê bû. Ji ber vê yekê ez dibînim ku ev şer dê berfireh bibe. Metirsî heye ku milmilaneyeke herêmî derkeve, ji ber ku hemû pêkhate û sedem hene. Ez dizanim 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre.”

Destnîşan kir jî: “Herêma Kurdistanê jî ne dûrî van geşedanan e, divê em yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bikin, ji bo ku em ji her tiştekî nexwestî re em amade bin.”

Zêbarî got jî: “Mixabin em li Iraqê bi bêaramiyê rerûbirû ne. Biryara dawiyê ya Dadgeha Federalî ya rakirina Helbûsî, bi rastî jî bêwêne bû, ev yek li Iraqê cemserbendiyê çêdike. Bi rastî jî neheqî bû, deryasayî bû, lawaziya saziyan û bêkarina saziyan di vê demê de nîşan dide. Em ber bi çend hilbijartinan ve diçin û rewşa herêmê ne baş e. Ev biryar di vê demê de ne baş e, pir şaş e.”