Amîne Zikrî: Berpirsiyariya parastina qewareya Herêma Kurdistanê zêdetir dikeve ser milê PDK’ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî got: “Berpirsiyariya parastina qewareya Herêma Kurdistanê zêdetir dikeve ser milê PDK’ê, ji ber wê em bi berpirsyarî serederiyê bi vê pirsê re dikin.”

Amîne Zikrî di çarçoveya beşdarbûna di 4. Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Zanîngeha Amerîkî – Duhokê de ji K24ê re ragihand. “Korbenda MEPS ya îsal, kar zêdetir ji bo dîtina çareseriyekê ji şerê niha yê li Xezzeyê re tê kirin, ku bandor li hemû cîhanê kiriye.”

Got jî: “Berpirsyariya parastina qewareya Herêma Kurdistanê zêdetir dikeve ser milê PDK’ê, lewma em bi berpirsyarî serederiyê bi vê mijarê re dikin, em bi berdewamî bi hevkarên xwe yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi taybet YNK’ê re kar li ser vê armancê dikin.”

Diyar kir jî: “Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, bandorê li ser cîhan û Rojhilata Navîn dike. Biryarên dawî yên Dadgeha Federalî, cîbicîkirina destûra Iraqê û nehevtêgihiştina aliyên siyasî, nakokî û aloziyên li herêmê zêde kirine.”

Herwiha got: “Civînên YNK û PDKê dê berdewam bin. Hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin bi hev re ji bo parastina destkeftên Herêma Kurdistanê û saziya wê gotûbêjan bikin.”

Çar emîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Dihokê îro bi amadebûna Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, lêkolîner, akademîsyenên bi nav û deng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û bakurê Amerîkayê dest pê kir.

Konferansa MEPS24 ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê organîzekirin, tê de zêdetirî 300 serkirde, siyasetmedar, akademîsyen û pisporên aborî û ewlehiyê yên 80 welatan beşdar in û di çend panelan de, rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.