Îsmaîl: bê çareserkirina pirsa Kurdî, aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn peyda nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, bê çareserkirina pirsa Kurdî, aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn peyda nabe.

Mihemed Îsmaîl di çarçoveya beşdariya di 4. Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Dihokê de ji K24ê re got: “Her aliyê ku bixwaze aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn peyda bibe, çareserkirina pirsa Kurdî yek ji giringtirîn faktoran e.”

Îsmaîl got jî: “Herwiha pirsên din ên wek pirsgirêkên aborî, birêvebirinê, mafên jinê û nehîtina tundûtûjiyê jî ji wan faktoran e.”

Çaremîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Dihokê îro bi amadebûna Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, lêkolîner, akademîsyenên bi nav û deng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û bakurê Amerîkayê dest pê kir.

Konferansa MEPS24 ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê organîzekirin, tê de zêdetirî 300 serkirde, siyasetmedar, akademîsyen û pisporên aborî û ewlehiyê yên 80 welatan beşdar in û di çend panelan de, rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.