Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê civiyan

Mesrûr Barzanî û Boris Johnson
Mesrûr Barzanî û Boris Johnson

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson kir ku ji bo tevlîbûna Gera Çarê ya Kerbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson re civiya.

Di wê civînê de, dîtin û nerîn li ser pêşhat û guhertinên rewşa giştî ya Îraqê û deverê û berdewamîdana bi peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê li hev hatin guhertin.

Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê amaje da wê yekê ku Herêma Kurdistanê gelek qurbanî di rêya mafên xwe de dane û divê civaka navdewletî piştevaniya mafên xelkê Kurdistanê bike.

Boris Johnson herwesa got, “Herêma Kurdistanê herdem cihekî taybet li nik min heye û ez dê li ser piştevaniya we berdewam bibim”.

Herwesa Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê pêdivîtiya hebûna geştên balafiran ên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de tekez kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ji ber piştevaniya wê ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê, herwesa bal kişand ser guhertinên Îraqê û deverê û tekez li ser giringiya parastina mafên gelê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir, ji bo seqamgirbûna aştiyê û ewlehiyê li Îraqê û deverê.