Elî Teter: Seqamgiriya Îraqê girêdayî seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Dihok xweşiktirîn mînaka pêkvejiyana pêkhat û olên cuda cuda ye.  Herwesa amaje da, “Tevlîbûna kesatiyên giring di MEPSê de nîşana giringiya wê korbendê ye”. Navbirî di derheqa Îraqê de jî got, “Seqamgiriya Îraqê girêdayî seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter tevlî bernameya Basî Roj a K24ê bû û bersiva çend pirsyarên Jîno Mihemed da. Wî amaje da ku Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê herdem ji bo komkirina siyasetvan, karbidest, akademîst û diplomatkarên cîhanê navendek bûye.

Herwesa amaje da, “Şerê Israîl û Hemasê bandor li ser Rojhilata Navîn tenê nîne, belkî bandor li ser tevaya cîhanê heye.  Pêştir cîhan mijûlî şerê Ukrayna û Rusyayê bû lê niha çavê hemiyan li şerê Israîl û Hemasê ye.

Elî teter got, “Ev korbenda yekê ya mezin e ku behsa aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn dike. Kesên bibandor li ser astê Îraq û cîhanê tevlî wê bûne û gotarên xwe yên taybet pêşkêş dikin.

Parêzgerê Dihokê got, “Dihok ji bo komkirina hemî kesatiyên cîhanî bûye navendek û ev jî giringiya parêzgeha Dihokê nîşanî cîhanê dide. Piraniya mêvanan ev cara yekê ye ku hatine Dihokê û bi pêşkeftina parêzgeha Dihokê ecêbmayî mane. Wan dilxweşiya xwe ji bo vê pêşkeftinê diyar kir. Herwesa parêzgeha Dihokê xweşiktirîn mînaka pêkvejiyanê ye ji bo Rojhilata Navîn û hemî cîhanê.

Elî Teter behsa wê yekê kir, “Ya ku li wê korbendê tê behskirin û tekez li ser tê kirin ew e ka em çawa berhingarî guhertinên seqayê bibin û taybet hişkesaliyê.

Elî Teter herwesa got, “Hizir û nêrînên siyasetvanên Îraqê li bernaberî Kurdan nehatine guhertin. Îraqê destûrekî baş heye, arêşe di destûrî de nîne, belkî arêşe ji wan kesan e yên ku heta niha destûrê Îraqê wekî xwe bi cih neaniye”.