Wezîrê Samanên Xwezayî: Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin

Kemal Mihemed Salih
Kemal Mihemed Salih

Navenda Nûçeya (K24) – Weîzrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê (bi welaket) radigehîne, “Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin û ji bo vê meremê jî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li dawiya vê mehê biçe Bexdayê”.

Sibeha îro roja Sêşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Weîzrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê (bi welaket) Kemal Mihemed Salih li Korbenda MEPSê li Dihokê ji K24ê re ragehand, “Bizav bi aliyên peywendîdar re berdewam in ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê”.

Kemal Mihemed Salih amaje da, “Tirkiye û Îraqê amadehiya xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê diyar kiriye, yekane arêşeya di rêya destpêkirina vê piroseyê de xerciyên deranîn û berhemanîna petrolê ne û kar ji bo çarekirina wê arêşeyê jî tê kirin”.

Li dû gotinên Weîzrê Samanên Xwezayî, “Dawiya vê mehê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan bi berpirsên Îraqê re li ser pirsa hinardekirina petrolê dê serdana Îraqê bike”. Herwesa got, “Ez pêşbîniyê dikim berî dawiya îsal petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin”.

Wekî ku Kemal Mihemed Salih amaje daye, “Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêdetirî 7 milyar dolaran zirar gehandiye aborê Îraqê”.

Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelên wê bibin.