Randall Rhodes: Korbenda MEPSê li ser peydakirina çareyan ji bo arêşeyên deverê kar dike

Randall Rhodes
Randall Rhodes

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê dibêje, “Me di vê dema hestiyar de bizav kiriye bi meşandina korbendekê çareyan ji bo arêşe û giriftên Rojhilata Navîn peyda bikin”.

Îro roja Duşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Serokê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Randall Rhodes di dema pêşkêşkirina gotara bixêrhatinê ya Korbenda MEPSê de ragehand, “Niha dema wê yekê ye em sîstemeke nû peyda bikin û dîtin û nêrînên xwe bi vê sîstema herêmî berçav bikin, bi rêya lihevguhertina dîtin û nerînan pêkve kar bikin. Encameke karên zanîngehê ew e ku me çi karek kiriye ji bo ku çareyekê pêşkêşî arêşeyên deverê bikin”.

Rhodes got, “Me bi rêya bernameya xwe bizav kiriye xwedekarên xwe ber bi rehendeke cîhanî ve pêş bixin. Hemî bingehên ku zanîngeha me bi cih anîne reng vedane. Me di vê dema hestiyar de jî bizav kiriye bi meşandina korbendekê çareyan ji bo arêşe û giriftên Rojhilata Navîn peyda bikin”.

Herwesa got, “Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bizav kiriye ku Herêma Kurdistanê pêş bixe. Zanîngeha Amerîkayî bi hikûmetê re hevaheng bûye ku li ser pirsên heyî kar bikin, di eynî demê de kar kiriye ku şiyanên xwe pêş bixe, bi wezaret û navendên xwandinê re kar kiriye ku rêyên dersdanê pêşkêş bike û ji bo arîkarîkirina awareyan jî kar kiriye”.

Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelên wê bibin.