Êrîna Zîgyavîska: Cadeyên gelek baş li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin

Êrîna Zîgyavîska
Êrîna Zîgyavîska

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîna Zîgyavîska radigehîne, “Cadeyên gelek baş li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin”. Herwesa dibêje, “Piştî 2003ê Îraq aram nebûye lê rewşa Herêma Kuristanê cuda ye”.

Îro roja Sêşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Birêvebera Navenda Lêkolînan li ser Rojhilata Navîn li Moskoyê Pirofesor Êrîna Zîgyavîska di çavpêkeftineke taybet de ji K24ê re ragehand, “Rêkxistina Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê ku çend sal in berdewam e tiştekî gelek baş e”.

Di derheqa pêşkeftinên Herêma Kurdistanê de got, “Ev çar sal in ez têm Kurdistanê ji bo ku tevlî vê korbendê bibim. Min têbîniya guhertin û çêkirina rê û cadeyên gelek baş kiriye. Me dît ku cadeyên gelek baş hatine çêkirin. Bê goman ev cade berî du salan bi vî rengî baş nebûn”.

Bi gotinên Pirofesor Êrîna Zîgyavîska, “Piştî 2003ê Îraq aram nebûye lê rewşa Herêma Kuristanê cuda ye, em dibînin ku arêşeyên gelek mezin çend bi hêsanî tên çarekirin”.

Di derheqa rewşa Rojhilata Navîn û şerê Hemas û Israîlê de jî ragehnad, “Mimkin e Hemasê ji bo dema salekê amadekarî ji bo êrîşa li ser Israîlê kiribin. Bi dîtina min, armanca êrîşa Hemasê li ser Israîlê têkdana piroseya asayîkirina peywendiyên Erebistana Siûdiyê û Israîlê bûye”.

Herwesa got, “Asayîbûna peywendiyên hindek welatan li Rojhilata Navîn wekî Îran - Erebistana Siûdiyê û Erebistana Siûdiyê - Israîl pêngavên gelek giring in ji bo Rojhilata Navîn a nû û seqamgir”.

Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelên wê bibin.