Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê erkên xwe di destûrê Îraqê de bi cih anîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya panela sêyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de çavpêkeftinek bi Rojnamevana Navdar a BBCyê Miryem Muşîrî re kir.

Îro roja Sêşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panela sêyê ya Korbenda MEPSê de li Dihokê bersiva çend pirsyarên Rojnamevana BBCyê Miryem Muşîrî da.

Beşek ji axaftinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Mesrûr Barzanî piştî spasiyê got, “Bê goman me wekî gelê Kurd gelek şer dîtine û em dizanin şer çend xirab û wêranker e. Bila ez ji wê yekê dest pê bikim ku em çend dijî şerî ne û nabe şer ji bo çarekirina arêşeyan bê bikaranîn”.

Rewşa Rojhilata Navîn û şerê Hamas û Îsraîlê

Paşî bal kişand ser rewşa Xezzeyê û got, “Eger em berê xwe bidin rewşa Xezzeyê, gelo rewşa xelkê wê derê niha baştir e an berî 7ê Cotmehê? Bi dîtina min, bersiva wê gelek ron e. Xelkê sivîl û bêtawan xûkeke gelek giran dide, em şer û êrîşên li ser xelkê sivîl şermezar dikin. Bi dîtina me, divê çareseriyeke aştiyane ji bo her hevrikiyeke Rojhilata Navîn hebe”.

Serowezîrê Kurdistanê zêdetir behsa vê yekê kir û ron kir, “Gelek nexweş û xembar e ku em dibînin hevrikiyeke bi dehan salan hatiye piştguhxistin heta demekê ku bûye şer, lewma divê em çareseriyan ji bo arêşeyan peyda bikin berî ew bigehin şerê serbazî. Dema şer dest pê dike, tu nizanî dê kengî bidawî bê, lê em tenê bi piştrastî ve dizanin ku qurbanî xelkê sivîl û bêtawan in. Divê xelkê sivîl bê parastin û em hemî ji berfirehbûna şerî û metirsiya belavbûna wî li deverê nîgeran in. Em hêvîdar in dawiya vî şerî bibînin û çareseriyeke aştiyane ji bo vê hevrikiyê bê dîtin”.

Helwesta Iraq û Herêma Kurdistanê li hember şerê Xezzeyê

Paşî behsa helwesta Îraqê di derheqa Xezzeyê de kir û got, “Bi dîtina min, baştirîn tişt ku Îraq bikare bike ew e ku xwe ji vê hevrikiyê dûr bike. îraqê têra xwe arêşe hene, eger rêyek hebe ku arîkariyên mirovî bigehîne, ew baş e”.

Herwesa amaje da arîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragehnad, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizav kiriye bi rêya dezgehên xêrxwaziyê arîkariyên mirovî bigehînin wî xelkê pêdivî lê mixabin heta niha çi derfetek nebûye ku ew arîkarî bigehin. Ew kesên desthilat li wê derê heye nekariye wî derî vekin û derfet nedaye em arîkariyên xwe yên mirovî bigehînin wê derê”.

Wî tekez kir, “Îraq dikare navbeynkariyê bike û bi rêyên aştiyane arîkariyên mirovî bigehîne Xezzeyê. Ev dê tiştekê gelek baş be. Lê bi dîtina min, dirûşm arîkariya wî xelkî nakin yê ku pêdivîtî bi derman û xwarin û ewlehiyê heye. Dirûşman çi feydeyek nîne, lewma baştirîn tiştê ku Îraq bikare bike gehandina arîkariyên mirovî ye ji bo wî xelkê pêdivî”.

Dûrxistina Mihemed Helbûsî

Herwesa behsa mijara dûrxistina Serokê Perlemana Kurdistanê Mihemed Helbûsî jî kir û amaje da, “Bi dîtina min, dema dûrxistina Helbûsî xelet bû. Ez behsa wê biryarê nakim, lê ew dem ji bo Îraqê baş nebû ji ber ku gelek arêşeyên cuda cuda hene. Niha hemî Rojhilata Navîn rûbirûyî vê qeyranê bûye û me hindek arêşeyên din hene ku divê em çare bikin. Ev qeyran û arêşeyeke nexwastî bû û nedibû ku çê bûba”.

Zêdetir bal kişand ser wê mijarê û got, “Eger rêyek ji bo çarekirina vê arêşeyê heba, divê bi rengekî cuda çare kiriba. Divê perleman haydar kiriba û perlemanê bi xwe biryar daba, lê te dadgehek hebe di ser hemiyan re biryarên yelaliyane bide bê hizirkirina di encamê wê de, dê çawa be?

Paşî got, “Rewş bi giştî li Îraqê arîkar nîne. Ez careke din dubare dikim ku ev arêşeyek e dîsa me vedigerîne bingehên serekî yên hevpariyê li Îraqê”.

Tekez jî kir ku, “Çend pêkhatek di Îraqê de hene, Sune yek ji wan pêkhatan e û divê rêz li wan û nûerên wan bê girtin. Her guhertineka bê kirin, divê ji aliyê hikûmetê û wan pêkhatan ve qebûlkirî be”.

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka hinardekirina petrola Kurdistanê vedigere çend salan. Nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser petrolê derketiye holê, ji ber ku destûr bi awayekî rast nehatiye cîbicîkirin û rêz lê nehatiye girtin. Di destûrê de çendîn mafên Kurdistanê hene ku mixabin hatine piştguhkirin. Ev maf, mafên derxistin, hilberandin û firotina petrolê ne. Mixabin ev çend sal in di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî hene.

Pirsa sereke pir zelal e, gelo em welatekî federal in yan welatekî navendî ne? Em di wê baweriyê de ne ku divê li welatekî federal, desthilatdarî bên dabeşkirin weke ku di destûrê de hatiye. Lê mixabin li cem hin berpirsên Bexdayê zîhniyeteke tekparêz heye û dixwazin her tişt ji aliyê navendê ve were kontrolkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di Destûra Iraqê de bi cih anîne, lê belê me ti carî mafên xwe yên ku di destûrê de hatine destnîşankirin wernegirtine. Kurdistan pabendî destûrê ye û me li ser pirsa petrolê û prensîbên berhemanîn û firotina petrolê ligel hikûmeta federal kar kiriye, lê mixabin me piştevaniya pêwîst ji hikûmeta federal wernegirtiye.

Peymanên me bi kompanyayên petrolê yên navneteweyî re hene. Ev peyman yasayî û bikar in; Helbet em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêz li van girêbestan digirin, lê lêçûna berhemanîna petrolê heye. Kompanyayan di sektora petrolê de li Herêma Kurdistanê veberhênan kirine, lê belê li Bexdayê ne wiha ye û bihayê berhemanîna petrolê û curê girêbestan cuda ne.

Derbarê nirxê berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê jî, Bexda behsa bihayekî ku ne rasteqîne ye dike; Her bermîlek petrola Herêma Kurdistanê 6 dolar wek lêçûna berhemanîna petrolê destnîşan kiriye. lê ji bo kêlgeha petrolê ya Giyara, bihayê berhemanîna bermîlek petrolê 34 dolar e. Bexda cudahiya cihekî ji cihekî dike.

Serdana Şanda Wezareta Petrolê ya Iraqê bo Hewlêrê

Em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Wezareta Samanên Sirûştî de amade ne (ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê), lê niha top li meydana Bexdayê ye. Gelo ew lêçûna berhemanîna petrolê ya kompaniyên Herêma Kurdistanê didin? Ger karibin, ew ê dest bi hilberînê bikin. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bergiriyê li mafên xwe yên destûrî dikin û bêguman em berevaniyê li wan kompaniyan jî dikin ku baweriya xwe bi me anîne. Dema ku ev peyman bi cih bên û hikûmeta federal pereyan bide kompanyayan, bê guman petrol heye ku were hinardekirin.

Şandeke me serdana Bexdayê kiribû û hefteya borî jî şandeke Bexdayê hatibû Herêma Kurdistanê, me hevdîtineke baş ligel Wezareta Petrolê pêk anî. Ez çendîn caran ligel Serokwezîrê Iraqê axivîme û têgihîştina wî ya baş heye, wezaret jî têgihîştina wê ya baş heye, lewra ez hêvîdar im, ku em bigihin rêkeftinekê û dîsa dest bi hinardekirina petrolê bikin.

Jêrxana Aborî

Mixabin aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê xwe dispêre pereyên next. Aboriyeke ku xwe dispêre pereyan, sînordar. Ew sîstemên ku me li Iraq û Herêma Kurdistanê hebûn, pir serkeftî nebûn û li gorî pîvanên navneteweyî nebûn. Tiştê ku me hewl daye li Herêma Kurdistanê bikin ew e ku jêrxana pêwîst ji bo welatiyan pêk bînin, ji ber ku di kabîneya min de welatî navenda hikûmeta min in. Em hemû xizmetguzariyan pêşkêş bikin, ji bo ku welatiyên me herî zêde sûdê werbigirin, divê xizmetên bankê ji welatiyan re peyda bibin.

Divê hikûmet piştgiriya bankan bike û mafên wan biparêze. Pergala bankê divê mezin bibe. Niha me dest bi pêvajoyek bi navê "Hejmara Min" kiriye. Heya dawiya sala 2024-an, em armanc dikin ku zêdetirî yek mîlyon karmendên hikûmetê qeydkirî bin.

​ Di vê mehê de, dê li Duhok û Silêmaniyê jî prose dest pê bike. Em ê her karmendekî hikûmetê tevlî vê bernameyê bikin û sektora taybet jî bi karkirina bi bankayan re dê bikeve nava vê bernameyê. Mizgîn ev e ku her bankek ku beşdarî vê bernameyê bûye, dê zû bibe banka herî mezin a li welêt û gelek qezenc bike. Bank û welatî dê sûdê werbigirin û bêguman dê binesaziyek me hebe.

​ Me heta niha hezar ATM û 40 hezar xalên peredanê li Herêma Kurdistanê danîne. Kesên ku ji derve tên jî, dikarin jê sûd werbigirin û li şûna ku dirav hildigirinm dikarin kertên xwe yên krediyê bikar bînin. Em dixwazin aboriya xwe bigihînin qonaxeke baştir û ez pir geşbîn im.

Rûbirûbûna Gendeliyê

Bernameya min, rûbirûbûna gendeliyê ye û min gelek caran behsa vê yekê kiriye. Pêdivî ye ku hûn xwedî pergalekê bin ku mirovên qirêj nikaribin jê sûd werbigirin. Dema ku hemû xizmetên hikûmetê, dîjîtal bibin, dê her tişt zelal be û ji bo mirovan gendelî dê pir dijwar be. Divê takên civakê jî li hember vê yekê xwe berpirsyar bibînin.

Gendelî ne tenê ew e ku mirov te bixapînin yan pereyan bistînin. Windakirina demê jî gendelî ye. Hikûmet pere dide karmendekî ji bo xizmetê bide, dema rûne û tiştekî neke, ev jî gendelî ye. Ji ber wê me ji destpêka vê kabînê ve dest bi jinavbirina gendeliyê kiriye, lê ev piroseseke ku ji bo dîtina encamên wê, demê dixwaze û bi baweriya min em li ser rêya rast in.

Guhartinên keşûhewayê û kêmaviyê

Em nîgeran in, ev ne tenê ji ber kêmbûna avê ye, bê guman av faktoreke sereke ye. Ez bawer im ku panela vê sibê jî behsa wê kirin ku ava çend çeman kêm bûne. Av ji Tehranê ve kêm bûye, ava bin erdê jî kêm bûye. Em plan dikin ku bendaveke mezin çêbikin.

Ji bo ku em avê biparêzin û baştir bikar bînin, ango birêvebirina çavkaniyên avê, yek ji wan planên me ye ku em li ser dixebitin. Min vê sibê bihîst ku behsa gaza ku ji bîrên petrolê derdikeve tê kirin. Me li Herêma Kurdistanê ew kar kiriye, me gaz kiriye elektrîk, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî dibêje, divê hemû kompanyayên berhemanîna petrolê, gaza ku jê derdikeve, vegerînin binê erdê. Bi rastî ev ne tenê karê me ye, ev berpirsiyariyek berfireh a civaka navneteweyî ye. Me dît ku ji ber guherîna keşûhewayê mirov ji cihekî koçî cihekî din bûne, ev koça girseyî ji herêmekê ber bi Ewropayê ve dibe. Ji ber ku eger ev koça girseyî neyê qebûlkirin, divê em tiştekî bikin, bijardeyên me yên din hene.

Karînên Ciwanan li Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî: Ciwan paşeroja vî welatî ne, ez di wê baweriyê de me ku divê em alîkariya hemû ciwanan bikin, gelek ciwan di ofîsa min de hene kar dikin. Ev in palner in li pişt dînamoya reforman in û ez veberhênanê li şiyanên wan dikim û li ser wan kar bikim û alîkariya van ciwanên jêhatî dikim.

Me di çend rojên borî de projeyek geşepêdanê ragihand û emê deynan bidin kesên ku karsazên wan hene ku dikarin ji bankan deyn bikin û karê xwe bikin. Ji ber vê yekê, bi baweriya min divê derfet bê dayîn ku ciwan bibin xwedî kar û karibin stafên xwe bi kar bînin.

Xelk dixwaze welatê xwe bicih bihêle û ji bo derfetên kar biçin welatekî din, ev ne tenê li Kurdistanê, li hemû welatan heye, ev nayê wê wateyê ku ji welatekî diçin welatekî din ji bo peydakirina derfetên kar. Lê ez ji we re tiştekî bibêjim, zêdetirî 100 hezar karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê hene, pirs ev e ku eger derfetên me yên kar nîn in, ev 100 hezar biyanî çawa dikarin li Herêma Kurdistanê kar bikin? Me bi sektora taybet re kar kir û ji wan re got ku divê ji %75ê karmendên wan herêmî yan jî xwecihî bin. Derfetên kar ji bo gelê me, ne di asta daxwaza me de ne, lê emê her tiştî bikin da ku derfetên kar ji bo gelê xwe dabîn bikin.

Tiştekî din jî heye, di rastiya xwe de ev berpirsyariyeke hevpar e, yanî divê gel hikûmetê weke desthilatdar nebîne, hikûmet parçeyek ji gel e, gel çi bixwaze em dikin, divê ew jî alîkariya me bikin, yanî, divê gel jî berpirsyariya xwe bigre ser milê xwe. Berpirsiyarîyek hevpar heye erk û mafên me hemûyan hene, lewma divê em erkên xwe ji bo dabînkirina mafên xwe pêk bînin.

Rola jinan di qada giştî de

Mesrûr Barzanî: Wezîrên me yên jin di sektora giştî de hene, bi baweriya min di dîroka kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ne tenê li ser asta wezaretan, lê li ser astên cuda yên hikûmet û rêxistinan hatiye kirin. Ez ne di wê baweriyê de me ku tenê ji ber ku ew in jin ji zayendeke cuda ne, derfet ji wan re bê dayîn, lê belê ji ber ku jin jîr in û îspat kirine ku ew jîr û jêhatî ne. Ya ku pêwîst dike ev e ku em derfetên wekhev bidin jin û mêran.

Ji ber ku em ji bo pirrengkirina aborî û dahata Kurdistanê dixebitin, me gelek desthilat jî daye îdareyên xwecihî yên li derveyî bajaran, ta ku gelek xizmet ji wan re pêşkêş bikin. Dema ku em dixwazin bêtir xizmet ji wan re peyda bikin, bê guman hewcedariya wan bi karmendên zêdetir heye, ji ber vê yekê dîsa xelkê van deveran dikarin di van xizmetguzariyan de bixebitin, lê ya girîngtir, em hewl didin ku em bêtir derfetan biafirînin, wek nimûne, jin dikarin di warê geştiyariyê li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê sûd werbigirin.

Kurdistan bi hebûna pêkhateyên cuda dewlemend e

Mesrûr Barzanî: Berî her tiştî ez ne li gel bikaranîna peyva “kêmnetewe” me, ji ber ku li vî welatî piranî, ne pir girîng e, lê cihêrengî, pirnetewe û pirol girîng e. Civat û pêkhateyên me yên cuda hene û mafên wan hemûyan hene, yasa li ser her tiştî ye û em piştgirîya pêkhateyekê li ser piranî û kêmaniyê nakin. Li Kurdistanê her kes wek hev e.

Zêdetirî 1.5 milyon penaberên me ji deverên din ên Iraqê hene û hinek jî ji derveyî Iraqê hatine. Mafê gelê Şingalê yê vegerê heye, lê divê bi rûmet vegerin. Divê ew bi serbilindî vegerin, ev kes bi rastî jî bûne qurbaniyên DAIŞê, dixwazin vegerin malên xwe, lê mixabin rewş ji bo vegera wan ne guncaw e. Divê ewlehî, dibistan, nexweşxane û hemû xizmetguzarî ji wan re hebin, me rêkeftinek ligel hikûmeta federal a Iraqê îmze kiriye û em hêvîdar in ku ew rêkeftin were cîbicîkirin, lê mixabin heta niha ji aliyê hikûmeta federalî ve nehatiye cîbicîkirin. Ji ber li Şingalê çend hêz hene, divê bi biryara Serokwezîr were yekalîkirin, lê hêzên li wir ji hêzên hikûmetê bihêztir in û rê nadin ku rêkeftin were cîbicîkirin.

Azadiya derbirînê

Mesrûr Barzanî: Ez nikarim li ser navê hemû Iraqê biaxivim, lê ez berpirsê Herêma Kurdistanê me, erê, her roj xelk rexne li hikûmeta min digirin û ew azad in, cudahî di navbera kaos û azadiya derbirînê de heye. Rojnamegerî karekî pir bi rûmet e, ez gelek rêz li wan digirim û li gor min rojnamevanên Herêma Kurdistanê gelek çalak û bi bandor in. Hêvîdar im gelek rexneyên wan ji bo avakirina Kurdistanê bin û bibin alîkar ku em xeletiyên xwe rast bikin û kêmasiyên xwe bizanibin û bandorê li biryarên me bikin. bêguman mafê wan heye ku nêrînên xwe diyar bikin û rexne bikin. Ev yek pir bi giştî hatiye gotin, lewma ji her kesê ku me rexne dike re dibêjim, ez hêvî dikim ku daneyan bidin me û li ser hejmaran biaxivin. Dibêjin Kurdistan di paşvekişînê de ye. Hêvîdar im ku daneyên 10 salan bi ya niha re bidin ber hev, ango niha rojnamevan di kîjan astê de ne û hikûmet çawa bi wan re reftar dike. Min her tiştê ku ji destê min hat bo piştgirîkirina wan li gor yasayan kir, lê pirsek min ji temaşevanan û yên ku li me temaşe dikin heye, gelek ji me li ser mafê azadiya derbirînê pir cidî ne, lê mafê hebûnê çi ye? Divê em wek milet bijîn û azad bin, çima hûn li azadiya yek kesî dinêrin, lê behsa azadiya miletekî nakin?! Ez behsa wê dikim dema civakeke te ya azad hebe, bijardeyên we yên din jî dê hebin.”

Pêwendiyên Amerîka ligel Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî: Em spasiya Amerîka dikin ji bo alîkariyên ku ji sala 2003ê vir ve pêşkêş Herêma Kurdistanê re kirine. Amerîka piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye bi taybetî di şerê DAIŞê de, alîkariya Pêşmerge dikin. Lê ez nikarim li ser navê Amerîka biaxivim, wan biryar daye ku çawa karên xwe yên pêşçne darêjim û çawa dikarin siyaseta xwe ava bikin. Ji bo Amerîka gelek giring e ku peywendiyên wê yên baş bi vî welatî û bi taybetî bi Kurdistanê re berdewam be, em jî dixwazin di warê aborî de zêdetir beşdar bibin, ne tenê di warê leşkerî de, herwiha ez behsa beşdariya siyasî û aborî jî dikim. Belê, helbet Amerîka hevalbendeke pir û pir baş e û em spasiya welat, gel û saziyên Amerîkayên dikin ji bo piştevaniya wan, lê hebûna wan a li navçeyê carinan pir pêwîst e.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Ez tu carî alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûme. Ev cara sêyem e ku hilbijartin tên paşxistin û ez qet alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûme, lewra hêvîdar im hilbijartinên Herêma Kurdistanê li gorî dema xwe di meha sibata sala bê de bên kirin û êdî bipaş nekeve. Baweriya me bi demokrasiya Herêma Kurdistanê heye, em dixwazin bibin çiraya demokrasiya herêmê. Ti wateya nekirina hilbijartinan nîne, tenê ji ber ku partiyek naxwaze hilbijartinan çêbibe. Nabe ku ev maf ji welatiyan bê standin û nabe civaka navdewletî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rê bidin ku hilbijartin were paşxistin.