Mesrûr Barzanî ji K24ê re: Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê divê di dema xwe de bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand, ew hêvîdar in hilbijartin di meha Sibatê de bên kirin û êdî neyên paşxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 21ê Mijdarê di civîna taybet a duyemîn roja 4. Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de di bersiva peyamnêrê K24ê de got: “Em dixwazin bibin çiraya demokrasiyê li herêmê, lewma ez ti carî alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûme.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir; “Ev cara sêyem e hilbijartin tên paşxistin. Ez ti carî ligel paşxistina hilbijartinan nebûme, lewma hêvîdar im hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe di meha Sibata sala bê de bên kirin.”

Got jî: “Baweriya me ya temam bi demokrasîya Herêma Kurdistanê heye. Em dixwazin bibin çiraya demokrasiyê li herêmê. Eger partiyek nexwaze hilbijartinan bike, ti wateya nekirina hilbijartinan nîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e welatî ji vî mafî bêpar nemînin. Divê civaka navdewletî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rê nede paşxistina hilbijartinan.”

Herwiha got, ew kesên ku hewla paşxistina hilbijartinan didin, divê ew berpirsyar bin, ne xelkê Herêma Kurdistanê.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê diyar kiriye û hemû alî raspartine ji bo pêkanîna rêkarên pêwîst.