Ciwanên Şoreşger 2 zarokên din ên Kurd li bajarê Helebê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, 2 zarokên Kurd ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

Welatiyê bi navê Fewzî Hesen ji K24ê re ragihand, biraziyê wî Omer Mistefa Hesen yê 13 salî duhî 20 Mijdarê li taxa Şêx Meqsûd a Rojava a Helebê hat revandin.

Fewzî Hesen ê ku ji gundê Remedana yê Efrînê ye got, biraziyê wî Omer 13 salî ye û duhî demjimêr 5ê êvarê ji pêş deriyê mala xwe hatiye revandin.

Herwiha got jî: “Malbata me guman dike ku Omer ji aliyê rêxistinên ser bi Rêveberiya Xweser û PYDê ve hatibe revandin, ji ber wê jî bavê Omer serî li hemû navend û baregehên PYDê yên li taxê da û pirsê zarokê xwe kir.”

Fewzî Hesen da zanîn jî: “Saziyeke Rêveberiya Xweser li xwe mikur hatiye ku Omer ji aliyê wan ve hatiye birin bo herêma Şehbayê.” Got jî: “Wan soza vegerandina biraziyê min dane.”

Fewzî Hesen bi riya K24ê bang li hemû rêxistinên mafên zarokan, rêxistinên yasayî û navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa biraziyê wî diyar bikin.

Her di vê derbarê de, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 16ê Mijdarê zaroka 14 salî Stêr Ehmed ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin.

Diyar kir jî, Stêr Ehmed ji navçeya Raco ya Efrînê ye û ji pêş dibistana xwe “Selahedîn a Keçan” hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinek ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û berê gelek zarok û ciwanên Kurd li herêmên cuda yên Kurdî revandine û biçek kirine.

Omer Hesen - Stêr Ehmed
Omer Hesen - Stêr Ehmed