Şimerî: Herêma Kurdistanê di pirsên ewlehiyê de hevpara sereke ya hikûmeta Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Navenda Hizra Siyasî li Iraqê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijarên ewlehiyê de hevpareke sereke ya hikûmeta Iraqê ye. Got jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di mijara ewlehiyê de nimûneyeke bilind û pêşketî pêşkêş kiriye.

Serokê Navenda Hizra Siyasî li Iraqê Îhsan Şimerî ji K24ê re ragihand; Herêma Kurdistanê hevpareke sereke ya ewlehiyê ya hikûmeta Iraqê ye û nîşandana şiyanên berevaniyê yên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jî, nimûneyeke ciwan a vê hevpariya ewlehiyê ye.

Şimerî bi pêwîstî zanî ku ev hevpariya giring a Herêma Kurdistanê ligel Iraqê, li ber çavan bê girtin, bi taybet ku serkeftina hikûmetan di mijara ewlekarî de nîşan dide.

Amaje bi wê kir: Serok Barzanî û Serokwezîrê niha Mesrûr Barzanî ji dema ku bûye serokwezîr, nîşan dane ku di mijara ewlekariya Iraqê de, hevkarên sereke ne. Herwiha got jî: “Bi tevayî, ev siyaset serketî bû.

Şimerî da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di warê rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê de, mînakeke bilind û pêşketî pêşkêş kiriye. Diyar kir jî, Herêma Kurdistanê ji Iraqê re tekez kiriye ku piştevaniya aramî û ewlehiya Iraqê dike.

Herwiha got: Li Iraqê îradeyek siyasî heye, rê nade hikûmeta federal ku hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê bike. dIyar kir jî, ev îradeyên siyasî yên Iraqî ne, lê ji aliyê welatên herêmê ve tên arastekirin.