Amerîka du baregehên milîsan li Iraqê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, wan du baregehên grûpên çekdar li Iraqê kirine armanc.

Fermandariya Navendî di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Amerîkî îro 22ê Mijdarê du baregehên milîsan li Iraqê di du êrîşên cuda de bombebaran kirin.

Diyar kir jî, ev êrîş bersiveke rasterast e li ser êrîşên ku ji aliyê girûpên nêzîkî Îranê ve li ser bingehên Amerîkî û Hevpeymanan hatine kirin, wek êrîşa 21ê Mijdarê ya bi mûşekên balîstîkî hatiye kirin.

Berpirsekî Pentagonê got ku her du navend navendên hatine armanckirin, li Enbar û Curf al-Saxar a li başûrê Bexdayê ye, ku ji aliyê çekdarên Hizbullah ve têne bikar anîn.

Ji aliyê xwe ve, jêdereke leşkerî ji medyaya Iraqî re ragihad, di encama êrîşa li ser baregeha li Curf El-Sexir de, 5 çekdarên Hizbullah hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Êrîşa îro ya Amerîkayê jî, duyemîn êrîşa bi vî rengî ya hêzên Amerîkî ye li ser komên alîgirên Îranê li Îraq û Sûriyeyê, ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve.