Agirbest li Xezzeyê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Qeterê agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de û pevguhertina dîlan ragihand.

Wezareta Derve ya Qeterê îro 22ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, bi navbênkariya Misir û Amerîkayê, agirbesteke mirovî û pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, agirbest di heyama 24 demjimêrên bê de dest pê dike, dê 4 rojan berdewam be û dikare were dirêjkirin jî.

Diyar kir jî, Qonaxa yekem a rêkeftinê, 50 jin û zarokên dîl ên Îsraîlê dê bêne azadkirin, li hemberê jî Îsraîl dê hejmarek jin û zarokên filistînî yên ku di zindanên Îsraîlê de girtî ne, berde.

Amaje bi wê yekê hate kirin jî, di qonaxên bê yên rêkeftinê de, dê hejmara kesên kesên hatine girtin, zêde bibe.

Herwiha li gorî agirbestê, dê rê bê dayîn ku bêtir karwanên mirovahî û alîkariyên mirovî derbasî Kerta Xezzeyê bibin, di nav de jî sotemenî.

Pêştir rojnameya “Washington Post” belav kiribû, rêkeftin dê bi alîkariya Amerîkayê were îmzekirin û li gorî rêkeftinê, Îsraîl dê 5 rojan êrîşên xwe rawestîne, rêkeftin dê di rojên pêş de were cîbicîkirin.