Civata Wezîran çend pêşniyar û raspardeyên Civata Rajeya Giştî dipejirîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî hat kirin.

Di para yekê de, Serokê Civata Rajeya Giştî Sîrac Barzanî raportek li ser mîlakê giştî û hêza karî ya kertê giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmar û zanyarên hûr li ser vê mijarê û pêşniyar û çareseriyên pêdivî pêşkêş kir, bi merema dezgehîkirina piroseya damezrandinê li kertê giştî, bi liberçavwergirtina peykerê kargêrî û birêvebirina pêkhata wezaret û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Pêşniyar û raspardeyên pêdivî ji bo rêkxistina mîlak û wezîfeyên giştî bi rengekî zansitî di çarçoveya qanûnên berkar de hatin pêşkêşkirin ku dê bandoreke erênî li ser kertê wezîfeya giştî hebe.

Paşî Serokê Civata Rajeya Giştî her di nav wê raportê de encamê piroseya hûrbîniyê ya hevpar a dîwanên çavdêriya darayî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser mîlakên giştî berçav kir û amaje da ku tevaya xişte û zanyar û hejmaran ji bo tîma hevpar a hûrbîniyê hatine berçavkirin. Herwesa piştî hûrbîniyê, xişteyê mûçexurên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin ku pêngaveke giring e ber bi dabînkirina mafên darayî yên mûçexuran.

Piştî danûstandinan, Civata Wezîran çend pêşniyar û raspardeyên Civata Rajeya Giştî pejirandin, pêxemetî zêdetir dezgehîkirina kertê wezîfeya giştî û hêza karî li dezgehên Herêma Kurdistanê. Herwesa tevaya wezaretan jî raspartin ku ji bo bicihanîna wan biryaran arîkariya Civata Rajeya Giştî bikin. Fermangeha Hevahengiyê û Lidûçûnê jî ji bo peydakirina hevahengiyê ji bo vê meremê raspart.

Di pareke din a wê civînê de danûstandin li ser bicihanîna çend made û bendên din ên qanûna çaksaziyê di warê xanenişîniyê de hatin kirin ku ji aliyê Sikirtêrê Lijneya Bilind a Bicihanîna Qanûna Çaksaziyê Ebdulhekîm Xesrew ve hatibûn berçavkirin.

Civata Wezîran zêdebarî tekezkirina giringiya berdewamîdanê bi bicihanîna qanûna çaksaziyê, ku piroseyeke sitratejî ya berdewam e ber bi rêkxistina wezîfeya giştî û xanenişîniyê li Herêma Kurdistanê bi rêya peydakirina dadperweriyê û hejîbûna mifawergirtina ji budceya giştî, di eynî demê de tekez li ser giringiya bicihanîna vê qanûnê jî kir ku armanc jê tekekzkirina mafên mûçexurên hejî ne ku divê mafên wan parastî bin.