Parêzgerê Hewlêrê: Tabloyên du hezar û 389 cihan ji bo zimanê Kurdî hatine guhertin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê radigerhîne, “Heta niha tabloyên du hezar û 389 cihan li navenda bajarê Hewlêrê ji bo zimanê Kurdî hatine guhertin.

Îro roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, bi merema lidûçûna piroseya guhertina tabloyên cihên giştî û taynet ên sinorê parêzgeha Hewlêrê ji bo zimanê Kurdî û bi serperiştiya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, civînek li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Em dilxweş in ku piraniya cih û fermangehên peywendîdar ên sinorê parêzgeha Hewlêrê tabloyên xwe ji bo zimanê Kurdî guhertine. Em destxweşiyê li welatiyan jî dikin ji ber ku ew jî pareke giring a biserxistina vê piroseyê bûn û berî pirose bigehe qonaxa sizadanê tabloyên xwe guhertine”.

Bi gotinên Umêd Xoşnaw, “Tenê li navenda bajarê Hewlêrê heta niha tabloyên du hezar û 389 cihan ji bo zimanê Kurdî hatine guhertin. Ew cih li ser vê piroseyê hatine haydarkirin û bi dilxweşî ve hejmareke zêde ya wan pabend bûne”.

Di derheqa wan cihan de yên ku pabend nebûne, Parêzgerê Hewlêrê got, “ew cihên ku pabend nebûne lêkolîn pê re hatiye kirin û di vê çarçoveyê de 397 cih hatine daxistin”.

Herwesa got, “Em dê derfeteke din bidin wan welatiyan ji bo ku ew bi xwe karên xwe bikin û tabloyên xwe biguherin. Eger ne, heftiya bê tîmên me dê rêkarên din li beranberî wan bi cih bînin. Eger ew pabend nebin, cihên wan dê bên daxistin û ew jî dê bên sizadan”.

Roja 21ê Şibata 2023ê ku roja cîhanî ya zimanê dayikê bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê du fermanên girêdayî giringîdana bi zimanê dayikê derxistin, yek ji wan fermanan jî girêdayî guhertina tabloyên bi zimanên biyanî ji bo zimanê Kurdî bû.