Parêzgerê Helebceyê: Em hêvîdar in Îraq doza Helebceyê ji aliyê îdarî ve bi hikmet werbigire

Azad Tûfîq
Azad Tûfîq

Helebce (K24) – Parêzgerê Helebceyê di bîranîna roja Helebceyê de radigehîne, “Piştî sala 2003ê, heq e Îraqa nû li ser qezabûna Helebceyê bifikire û bike parêzgeh.

Îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, Parêzgerê Helebceyê Azad Tûfîq di gotarekê de bi helkefta roja Helebceyê ragehand, “Îraqa nû li ser bingeha yek hevokê çê bû, ew jî li dû gotinên Koln Paul ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê wê demê li civîna Civata Ewlehiya Navdewletî bû, dema got “Rijêma Sedam Hisênî çekê komkuj heye û li ser deverê gef e, yanî divê Sedam nemîne”, bi vê hevokê Sedam li ser desthilatê nema”.

Herwesa got, “Belgeyê hebûna çekê komkuj li Îraqê 16ê Adarê ye ku wê rojê Helbece hatibû kîmyabarankirin, êdî çima Helebceyê nakin parêzgeh û budceyê jê re dabîn nakin?”.

Azad Tûfîq herwesa ragehand, “Em hêvîdar in Îraqa nû doza Helebceyê ji aliyê îdarî ve bi hikmet werbigire”.

Li roja 24ê Mijdara 1869ê Qayimqamê yekê yê Helebceyê dest bi karî kiribû, ev roj bi rengekî fermî kiriye roja Helebceyê.