Sedir peyamekê li ser agirbesta Xezzeyê parve dike

Muqteda Sedir
Muqteda Sedir

Navneda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir serkeftina agirbestê li Bergiriya Filistînê pîroz dike.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di derheqa agirbesta mirovî ya Xezzeyê de li tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Agirbesta Xezzeyê serkeftineke din e ku bi destê Bergiriya Filistînî tê nivîsîn”.

Herwesa nivîsiye, “Bereyê Bergiriya Filistî karî dijminên Israîlî zelîl bike”.

Tekez jî kiriye, “Israîl dê wekî dijminê wan yê herdemî bimîne û qet peywendiyên xwe bi Televîvê re asayî nakin”.

Sedir hêvîdar e jî ku aştî berdewam be û teror û tawankariyên Israîlê li ser xelkê Xezzeyê nemînin. Herwesa gotiye jî ku ew dê herdem di şer û aştiyan de bi bereyê Bergiriya Filistînî re bin.

îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, agirbesta navbera Hemas û Israîlê hat destpêkirin û dê ji bo dema çar rojan berdewam be.

Çarşema borî Hemas û Israîl li Xezzeyê gehiştin lihevkirinekê û agirbestek ji bo dema çar rojan ragehand, bi wî şertî ku Israîl 150 jin û zarokan ji zindanên xwe azad bike, li bernaberî azadkirina 50 jin û zarokên ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin, herwesa derbazbûna zêdetir arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê.