Ferhan Salih: Erebên hawirde li Kerkûkê tên damezrandin û Kurd tên bêbarkirin

Ferhan Salih
Ferhan Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Parêzgerê Sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, biryara destpêkirina karî ya 800 derçûyên pişkên pizişkî hatiye rawestandin ku tevaya wan Kurd in. Ev di demekê de ye ku Wezareta Tendirustiyê ya Îraqê biryara destpêkirina karî ji bo wan kesan derxistiye. Li beranberî wê yekê jî, piştevanî û mafê xwecihbûnê bi Erebên hawirde hatine dan û erd jî li ser wan hatiye parvekirin.

îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, Serokê Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Kerkûkê Ferhan Cibûrî di wî warî de ji K24ê re ragehand, “Biryara damezrandina wan 800 derçûyên zanîngehê li meha borî derkeftiye, lewma divê wan li meha borî dest bi karî kiriba, lê bi behaneya wê yekê ku wan kesan nasnameyên barê şaristanî yên Kerkûkê nînin, hatine rawestandin”.

Ferhan amaje da, “Ev di demekê de ye ku gelek Erebên hawirde yên naverast û başûrên Îraqê li Kerkûkê ne û nasnameyên barê şaristanî yên Kerkûkê jî nînin, lê tên damezrandin û erd jê re tê dan û çi arêşe jî ji wan re nayên çêkirin, belkî berivajî hemî hêsankarî jê re tên kirin”.

Herwesa tekez kir ku armanca rawestandina despêkirina karî ya wan 800 kesan ji bo çêkirina arêşeyê ye ji bo hejmara fermanberên Kurd di kertê tendirustiyê yê Kerkûkê de.

Serokê Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Kerkûkê herwesa got ku Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Perlemanê Şaxewan Ebdula û perlemantarên wan li ser wê dozê hatine haydarkirin, û Şaxewan Ebdula hindek astengên di rêya wê dozê de çare kirine”.