Şêrwan Ewla: Vekirina pêşangehên kitêban li Herêma Kurdistanê nîşana xwendewarî û rewşenbîriyê ye

Şêrwan Ewla
Şêrwan Ewla

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Ragehandin û Çap û Belavkirinê li Wezareta Rewşenbîrî amajeyê dide wê yekê ku wezareta wan bi dezgeh û xaneyên çap û belavkirinê re hevaheng e. Herwesa dibêje, “Vekirina pêşangehên kitêban li Herêma Kurdistanê nîşana hebûna xwîneran li Kurdistanê ye”.

Îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, Birêveberê Giştî yê Ragehandin û Çap û Belavkirinê li Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrwan Ewla taybet ji K24ê re ragehand, “Dezgeh û xaneyên çap û belavkirinê û welatî jî bi rengekî baş tevlî pêşangeha kitêban bûne”. Herwesa ron jî kir ku wan hevahengiyeke bihêz bi xaneyên çap û belavkirinê re heye.

Şêrwan Ewla amaje da, “Dezgehên çap û belavkirinê û kitêbfiroş jî li dû qanûn û rênimayan kar dikin û peywendî û hevahengî bi birêveberiya xwe re hene û destûrdayî ne”.

Herwesa got, “Hebûna pêşangehên kitêban û tevlîbûna xelkî bi rengekî berçav nîşana hebûna xwînerên Kurd e ku ev jî dilxweşker e û nîşana rewşenbîriyê ye”.

Roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Gera Pêncê ya Pêşangeha Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Kitêban bi tevlîbûna zêdetirî 200 navendên çap û belavkirinê yên navxwe û derve hat vekirin.