YNK û Gorranê li ser sê mijaran gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Gorranê bang li aliyên siyasî dike ku li ser stratejiyeke niştimanî ji bo parastina Kurdistanê ji kêşeyên herêmî li hev bikin. got jî: “Em û YNK bi wê yekê re ne ku hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin.”

Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya serokê wê partiyê Bafil Talebanî, serdana baregeha sereke ya Tevgera Gorran li Silêmaniyê kir.

Berdevkê Tevgera Gorranê Dilêr Ebdulxaliq piştî civîna bi şanda YNKê re ragihand; Di civînê de mijarên siyasî, ewlehî û îdarî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Ebdulxaliq diyar kir: Pirsa budce û kêşeyên hilawîstî yên di navbera her du hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, mijarên sereke yên civînê bûn.

Berdevkê Gorranê got: “Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pirseke niştimanî ye û em û YNKê bi wê yekê re ne ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin.”

Got jî: “Me bi YNKê re behsa wê yekê kir ku çawa em bikarin Herêma Kurdistanê û welatiyên wê ji wan kêşeyên navçeyê bi giştî rûbirûyê wan dibin biparêzin û çawa Kurd nebin beşek ji kêşeyan. Ew yek dê bi rêya stratejiyeke niştimanî li Bexdayê û li navçeyê ku hemû aliyên siyasî li hev bicivîne, pêk were.”

Ebdulxaliq got jî: “Niha rewşa ewlehî û aştiya civakî ya li navçeyê di metirsiyê de ye. Hikmet ew e ku hemû aliyên siyasî yên di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên opozîsyonê de, bi hev re li ser stratejiyeke niştimanî lihev bikin.”