Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê kir û tê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê Ehmed El-Cerba kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de her du aliyan li ser geşedanên dawî yên li Sûriye û herêmê, nêrînên xwe anîn ziman.
Her wiha her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane, rêzgirtina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de hevnêrîn bûn.