Artêşa Iraqê hejmarek cotkarên Kurd li Kerkûkê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê çend gundên herêma navçeya Sergeranê ya Kerkûkê dorpêç kirine û çend cotkarên Kurd jî girtine.

Cotyarê ji gundê Pelkanê Deştî Axa ji K24ê re ragihand, artêşa Iraqê 7 cotkar bi hinceta ku karê çandiniyê dikin girtine.

Got jî: “Ti bingeheke yasayî ya girtina van cotkaran nîne ku her kes li ser axa xwe karên xwe dikirin. Tiştê ku artêşa Iraqê dike, destavêtin û firotina şer li ser daxwaza erebên ji derve ye."

Di heman demê de welatiyên Sergaranê bi rêya K24 re, daxwaz ji nûnerên Kurd kirin ku destêwerdanê bikin û zext û zordariya li ser cotkarên Kurd bi dawî bînin.

Roja 24ê Cotmeha borî jî, dema cotkarên gundê Şenaxa yê ser bi Sargeranê çûbûn zeviyên xwe, hêzeke artêşa Iraqê êrişî cotkarên Kurd kir û ji wan xwest ku karê çandiniyê rawestînin. Lê cotkaran red kiribû û 20 cotkar ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.

Piştî ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hat ser xetê û bi aliyên leşkerî yên li wê navçeyê re pêwendî kir, di encamê de hemû cotkar hatin berdan.

Lê li gorî cotkaran, artêşa Iraqê car caran êrişî zeviyên wan dike, li hinek cihan otomobîlên leşkerî danîne û çavdêriya wan dikin.

Pêştir jî cotkarên gundên navçeya Sergeranê hişyarî dabûn fermandarê operasyonên hevbeş ên Kerkûkê û gotibûn, eger artêşa Iraqê li ser astengiyan berdewam be, ewê xwepêşandanên mezin bikin.

Yek ji xalên madeya 140 a destûra Iraqê ew e, divê Erebên ku ji derve hatine, vegerin cihên xwe û bên qerebûkirin. Eger ev xala madeyê bê cîbicîkirin, dibe ku gelek pirsgirêkên ku li ser zeviyên cotkarên Kurd hene, werin çareserkirin.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmehê, Parêzgarê Kerkûkê yê spandî Rakan Cibûrî dixwaze careke din vê xakê li ereban parve bike.

Li gor biryara hejmar 29 ya Encûmena Wezîran a Iraqê di sala 2012an de, biryarên Komîteya Karûbarên Bakur ya rêjîma berê, zêdetirî 700 girêbestên Erebên hawerde hatine betalkirin. Ofîsa Çandiniyê ya Kerkûkê hişyarî da Firqeya Heştem a artêşa Iraqê ku rêgiriyê li cotkarên Kurd negirin ku karên xwe yên çandiniyê bikin. Lê belê artêşa Iraqê guh nade vê daxwaza Ofîsa Çandiniyê ya Kerkûkê.

Li parêzgeha Kerkûkê, pirsgirêk li ser milyonek û 100 hezar donim zevî hene, bi hilweşandina van girêbestan û cibicîkirina biryara hejmar 29 ya Encûmena Wezîran a Iraqê di sala 2012an de, yek li ser sê ji wan pirsgirêkan çareser dibin.