PDKê îro bi fermî vegeriya Kerkûkê û baregeha xwe vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna berpirs, endam û kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro danê sibê baregeha Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê bi fermî hat vekirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, hêzên Iraqî dest danîn ser baregehên PDKê yên li Kerkûkê. Piştî şeş salan jî, PDKê îro 26ê Mijdara 2023an baregeha xwe ya Sêyem li Kerkûkê bi merasîmekê vekir.

Baregeha Sêyem a PDKê li Kerkûkê bi hezaran alên Kurdistanê û PDK hatiye xemilandin. Tê çaverêkirin jî, PDK ji îro ve dest bi kampanyayeke mezin ji bo hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê bike.

Berpirsê Îdarî yê Liqê Sêyem a PDKê Aram Mame di merasîma vekirinê de ji K24ê re got, ji îro ve PDK bi awayekî berfireh dest bi kampanya hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê dike.

Got jî: “Hemû baregehên PDKê li Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê hatine wêrankirin û şewitandin. Em ê di çend rojên bê de wan hemûyan nûjen bikin û bi fermî vekin da ku xizmeta xelkê vî bajarî bikin.

Da zanîn jî: “Me roja 5.11.2023 hevdîtinek bi Serok Barzanî re kir, wî ji me re got, divê berpirs û kadroyên PDKê piştî vegera Kerkûkê, xizmeta ereb û tirkmenên Kerkûkê jî bikin. Em ê jî kar ji bo parastina pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda li Kerkûkê bikin.”

Beşek ji alîgirên PDKê ku beşdarî merasîmê bûn û ji peyamnêrê K24ê re axivîn, dilxweşiya xwe bi vegera PDKê bo Kerkûkê û vekirina Liqê Sêyem nîşan dan.

Wan got: “Vegera PDK'ê û vekirina baregeha Liqê Sêyem, vegera rûmeta Kurd û Kerkûkê ye. Îro cejna hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Herwiha gotin: “Ev 6 sal in xelkê vî bajarî bê pişt mane, bi vegera PDKê û vekirina Liqê Sêyem, rewşa Kerkûkê dê cuda bibe û guhertin dê çêbibin, bajar jî dê bipêş bikeve û aram bibe.”