Qubad Talebanî: Em pabendî yasaya bûdceyê ne û divê Hikûmeta Federal jî pabend be

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî radigihîne: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî yasaya bûdceyê bûye û divê Hikûmeta Federal jî bi yasayê tevbigere û bûdceyê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”

Qubad Talebanî ji K24ê re got: “Em bi Hikûmeta Federal re li ser xetê ne û hincetên ku ew ji bo paşxistina bûdce yan jî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pêşkêş dikin, em ji wan re diyar bikin.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî yasaya bûdceya Iraqê bûye, divê Hikûmeta Federal jî bi yasaya bûdceyê pabend be û bûdceyê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”

Ev yek di demekê de ye, biryar e sibe şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sabah serdana Bexdayê bike.

Omêd Sebah jî di daxuyaniyekê de got: "Em ê sibe li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicivin û li ser mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.”

Got jî: “Em hewl didin di bin rênmayên serokwezîr de, mafên darayî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.”