Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Alî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina bazirganiyê û hêsankirina bo çûnûhatin û geştkirina di navbera her du welatan de kirin.

Mijareke din hevdêtinê jî, taybet bû bi destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû, her du alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê di zûtirîn dem de.

Di vê derbarê de Balyozê Tirkiyeyê amadehiya welatê xwe ji bo dubare destpêkirina proseya hinardekirinê nîşan da.