Nêçîrvan Barzanî: Vegera Şoriş Îsmaîl li ser karê xwe gaveke rast e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vegera Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl li ser erkê xwe dike û bi gaveke dirust û giring binav dike.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand, “Em pêşwaziyê li vegera birêz Şoreş Îsmaîl Wezîrê Karûbarên Pêşmerge bo ser erk û karên xwe yên wezaretê dikin. Ev pêngavek rast û girîng e û dê bibe alîkar ji bo baştir birêveçûna proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û em hêviya serkeftinê ji wî ra dixwazin û piştevaniya wî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Rewşa Herêma Kurdistanê û kêşeyên Iraq û navçeyê bi giştî wisa dixwaze ku, aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDK yekrêziya xwe bihêztir bikin û bigihin têgihiştineke hevbeş ya ji bo jinavbirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkan. Ji bo vê mebestê em, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, dê di xebat û hewlên xwe berdewam da bin.

Piştî dûrketina zêdetir ji salekê, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl îro 27ê Mijdarê bi merasîmekê vegeriya ser erkê xwe li Wezareta Pêşmerge.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ku ji pişkê YNKê ye, ji nîvê meha Cotmeha sala borî ve ji ber pirsgirêkên navxweyî yên YNKê xwe dest ji kar berda. Wî bi fermî destjikarkêşana xwe pêşkêşî dezgehên pêwendîdar kiribû, lê nehatibû qebûlkirin.