98 kes bi tometa endametiya PKKyê hatin girtin

wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê / Wêne: AA
wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê / Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragehand ku di operasiyoneke berfireh de, li 18 parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 98 kes bi tometa endametiya PKK û KCKyê hatin girtin.

Li gor zanyaran, ew operasiyon bi serperiştiya Pişka Berhingarbûna Terorê ya girêdayî Birêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê li parêzgehên Agirî, Antalya, Çewlig, Borsa, Xarpêt, Dîlog, Colemêrg, Koca Elî, Mêrdîn, Moxla, Osmaniye, Yalova, Izmîr, Semsûr, Sêrt, Edene, Riha û Konyayê hat kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê herwesa amaje da ku tevaya wan girtiyan ji bo Birêveberiya Polîsên Tirkiyeyê hatine şandin û dest bi lêkolînan hatiye kirin û dê di demeke nêzîk de encam bên ragehandin.

Ji aliyekî din ve tîmên Pişka Berhingarbûna Terorê ên girêdayî Birêveberiya Ewlehiya Konyayê di operasiyonekê de karîn kesekî 22 salî bi navê Swat bigirin ku pêştir çalakî ji bo rêkxistinên PKK û KCKKyê kiribûn.

Herwesa di operasiyoneke din de kesekî din jî li mala xwe li bajarkê Erexliyê hat girtin ku li Almanyayê tevlî helkefteke wê rêkxistinê bûye.