Gera 10ê ya Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 10ê ya Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê bi drûşmê Zimanê Kurdî ji bo kurtefilm û belgefilman bi rê ve diçe û biryar e berhemên welatên cîhanê ji 9 heta 16ê meha bê li Hola Kongireyan a Zanîngeha Dihokê û Komeleya Sînemaya Dihok Molê bên nîşandan.

Roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, Birêveberê Hunerî yê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê Şewket Emîn Kurkî di konfiransekî rojnamevanî de ragehand, “Lijneya hilbijartina filmên festîvalê ji bo pişka Kurdî ji Mesûd Arif, Hisên Hesen, Kewser Cebar, Şêrzad Ebdila, Fuad Celal û Sînan Yûsif Oxlo pêk tê. Herwesa lijneya hilbijartina filmên pişka biyanî jî ji Seîd Terekçî Oxlo, Şarlotpuk, Yilmaz Ozdem, Roj Haco û Fatme Armaksîs pêk tê”.

Şewket Emîn ragehand, “Ev festîval dê bi pêşkêşkirina filmê Mêsiyê Bexdayê bê vekirin ku ji derhênana Sehîm Omer Xelîfe ye”. Herwesa eşkere kir, “Lijneya hilbijartina filmên festîvalê ji bo filmên biyanî ji derhênerên welatê Tirkiye, Îran, Hindistan, Polenda û Efxanistanê pêk tê, herwesa ji bo filmên Kurdî lijne ji derhênerên Fransa, Îran, Îraq û Kurdistanê pêk tê”.

Serokê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê Emîr Elî Mihemedtahir jî ragehand, “Em her sal bizavê dikin ku baştirîn û nûtirîn berhemên sînemayî li festîvalê amade bikin û her sal kalitiya Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê bilind bikin”.

Herwesa got, “Armanceke din a vê festîvalê ew e ku em çand û hunera neteweya Kurd ji bo neteweyên din ên cîhanê bidin nasandin û bi wan welatan re berdewmiyê bidin peywendiyên ferhengî û rewşenbîrî”.

Ji liyê xwe ve sînemakar Mensûr Cîhanî ji K24 re ragehand, “Gera 10ê ya Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê bi drûşmê Zimanê Kurdî û bi pêşkêşkirina berhemên sînemakarên welatên cîhanê bi rê ve diçe ku tê de kurtefilm û belgefilm bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rojên 9 heta 16ê meha bê li Hola Kongireyan a Zanîngeha Dihokê û Komeleya Sînemayî ya Dihok Molê li bajarê Dihokê dê bên pêşkêşkirin”.