Serok Barzanî pabendbûna gelê Kurdistanê li ser çanda tebayî û pêkvejiyanê tekez dike

Serok Barzanî pêşwaziya Metranê Romî yê Ortodoks li Bexda û Kwêt û Selteneta Umanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Metranê Romî yê Ortodoks li Bexda û Kwêt û Umanê Metran Xetas Hezîm kir.

Di wê hevdîtinê de Metran Xetas Hezîm spasiya bizavên Serok Barzanî ji bo parastina pêkhatan kir û rêz ji bo gelê Kurdistanê hebû ku di tengaviyan de deriyên xwe ji bo bi dehan hezar awareyên kiristiyan vekir.

Her di wê hevdîtinê de arêşe û astengên di rêya kiristiyanên Îraqê û deverê de hatin behskirin û Serok Barzanî pabendbûna gelê Kurdistanê li ser çanda tebayî û pêkvejiyanê tekez kir.