Mustafa Karahan: Petrola Herêma Kurdistanê ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di heyama ku ji ber şerê Rusya – Ukrayna û Îsraîl – Hamasê li tevahiya cîhanê di warê enerjiyê de kêşe xwe didin der, Li Tirkiyê bi beşdariya welatên Asya, Ewropa û Rojhilata Navîn Lûtkeya Enerjiyê hate lidarxisitn. Beşdarên Lûtkeyê bal kişandin ser Petrola Herêma Kurdstanê jî û dan zanîn ku petrola Herêma Kurdstanê ji bo aşitiya li Herêmê girîng e û bo Ewropayê jî pêwîst e.

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya wezareta enerjî û çavkaniyên sirûştî 13. Lûtkeya Enerjiyê ya bi navê “Ji Bo Aşitiyê Enerjî” hate lidarxistin. Ji 25 welatan û Tirkiyê 1500 rayedarên kompanya û rêxistinên petrol, gazasirûştî û enerjiya xwenûker beşdarî vê lûtkeya ku vê du rojan berdevam bike bûn. Di lûtkeyê de li gel ewlehiya enerjiye û yek jî mijara herî zêde hate nirxandin pertola Herêma Kurdistanê û veguhestina vê ya bo Tirkiye û Ewropayê bû.

Serokê komeleya Bazirganiya Enerjiya Tirkiyê Mustafa Karahan di lûtkeyê de bal kişande ser giringiya petrola Herêma Kurdstanê ya ji bo aşitiya li rojhilata Navîn û got di gelek varan de ev amadekariya dikin bi herêm Kurdistanê re pêwendiyan xurt bikin.

Serokê Komeleya Bazirganiya Enerjiya Tirkiyê Mustafa Karahan ji K24ê re got: “Ya rast petrol ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo tevahiya cîhanê pêwîst e û em dibêjin bila enerjî bo aşitiya bê bikaranîn. Petrola Herêma Kurdistanê jî ji bo aşitiya rojhilata navîn girîng e. Ji nû ve destpêkirina veguhestina petrola Herêma Kurdstanê bo Hewlêr, Enqere û Bexda hewce ye. Hemû kêşeyên teknîkî hatine çareserkirin tenê proseya fermî maye bo destpêkirinê. Herwiha em xwe amade dikin bi Herêma Kurdstanê re di mijara gaza sirûştî de jî hevkariyê bikin.

Beşdarên Lûtkeyê jî diyar kirin ku petrola herêma Kurdstanê ne tenê bo Tirkiyê bo ewropayê jî girîng e û di dehatûyê de dê Herêma Kurdistamê bibe navendek enerjiyê.

Sekreterê Giştî yê Platforma Petrol û Gaza Sirûştî Murat Kalay dibêje: “Mijara veguhestina petrola Herêma Kurdistanê ne tenê Hewlêr û Enqerê tevahiya herêmê û cîhanê eleqedar dike. Petrola ji herêma Kurdstanê tê veguhestin pêdiviyên Tirkiyê û daxwaza di qada navdewletî de dabîn dike. Di dehatûyê de herêma Kurdstanê d warê gaza sirûştî d ejî dê derkeve pêş. Ber vê çendê ji bo Tirkiyê jî Herêma Kurdstanê dê bibe navendeke sereke ya enerjiyê.

Ji Adara 2023an ve veguhestina petrola Herêma Kurdsutanê bo Tirkiye û Ewropayê rawestiyaye. Lê belê tê çaverêkirin ev veguhestin di demeke nêzîk de dest pê bike. Ji ber ku di vê lûtkeya enerjiye de amaje pê hate kirin ku di warê petrol û gaza sirûştî de, dibe ku di demeke nêzîk de Kurdsitan bibe navendeke sereke.