Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê kir û tekez li ser berdewamî û bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

Îro roja Çarşemê, 29ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Li gor ragehandina Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostîniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê hat kirin, herwesa tekez li ser berdewamî û bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera herd aliyan jî hat kirin.