Bi serperiştiya Mesrûr Barzanî proseya hinardekirina hingivê Herêma Kurdistanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Di çarçoveya cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pirrengkirina aborî, piştevaniya cotkaran û bihêzkirina sektora taybet, îro 29ê Mijdarê du ton hingivê Kurdistanê yê bi kalîteya bilind, bi riya asmanî gihîşt dewleta Qeterê.

Heta niha tonek hingiv bo bazarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye firotin, ku meha bê dê li bazaran peyda bibe û ev jî dê bibe alîkariyeke baş bo mêşvanên Kurdistanê.

Ev hewl bi serperiştiya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, Ofîsa Serokwezîr û sektora taybet hat encamdan ku zêdetir ji 200 mêşvan tê de beşdar in û nêzîkî 100 derfetên kar peyda dike. Herwiha têkiliyên nû bi firoşkar û bazarên li Qatar û welatên din ên Kendavê bi giştî re, ava bike. Hingiv jî yê navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê ye.

Ev destpêşxeriya sektora taybet, bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe bingehek ji bo hinardekirina zêdetir û dirustkirina derfetên nû yên bazirganî, di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê de.