Helbûsî: Ez amade me biçim dadgehê û ji Îraqê dernakevim

Mihemed Helbûsî
Mihemed Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê pêştir ê Perlemana Îraqê radigehîne, çi peywendiyek bi Israîlê re nîne û peymanek bi dezgeheke Amerîkayî re heye ji bo ku astê siyasî û rêkxistinî yê Partiya Teqedumê pêş bixin. Herwesa dibêje ku amade ye biçe dadgehê û rastî û duristiya mijaran biselimîne.

Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê pêştir ê Perlemana Îraqê Mihemed Helbûsî di konfranseke rojnamevanî de ragehand ku amade ye biçe dadgeha Îraqê û ew pabendî her biryarekê ne ku dadgeh derbixe  û qanûnê bi cih tînin. Herwesa got ku ji bilî rêzgirtina li dadgehê, çi rêyên din nînin.

Serokê pêştir ê Perlemana Îraqê amaje da, hejmareke wan kesên ku skala li wî kiriye pêştir skala li ser wan bi xwe hebûn û çend dozên gendelî û mijarên din ên cuda cuda li ser wan hatibûn vekirin.

Helbûsî herwesa wekî pêdivîtiyek zanî ku ragehandin bi hûrî serederiyê bi mijaran re bike, ji bo ku xelk haydar be û tiştên veşartî li nik wan nebin pirsyar.

Di eynî demê de behsa wê yekê jî kir ku ew sakalayên li dijî wî û partiya wî hatine bilindkirin qet bandor li ser wan nabin û nabin sedem ku ew ji Îraqê derbikevin. Bal kişand ser wê yekê jî ku çi tiştekî veşartî nîne, lewma amade nînin ji Îraqê derbikevin.

Herwesa bal kişand ser wê yekê jî ku wan li sala 2021ê û pêştir jî qanûna nasandina peywendiyên bi Israîlê re wekî tawan îmza kiriye. Ji bilî du perlemantarên bi ser partiya wî ve, tevaya perlemantarên din ên bi ser partiya wî ve dengê xwe daye wê projeqanûnê ku bi Tevgera Sedir re pêşkêş kiribû.

Tekez jî kir ku ew lihevkirin û peymana Partiya Teqedumê bi wê kompaniya Amerîkayî re heye 100% kompaniyeke Amerîkayî ye û çi peywendî bi Israîlê ve nîne. Ew ji wê yekê piştrast bûne, lewma peyman pê re çê kiriye. Ron kir jî ku belgeyên wan amade ne û çi peymaneke veşartî nîne.

Bi tometa hebûna peymanekê bi rêkxistineke Amerîkayî re û şandina pereyî ji bo wê rêkxistinê ku pareke wê rêkxistinê girêdayî Israîlê ye, îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, bi rengekî fermî daxwaza hilweşandina partiya Mihemed Helbûsî hat kirin.

Nivîsîngeha Karûbarên Part û Rêkxistinên Siyasî yên Girêdayî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ew skala ji bo Lijneya Dadwerî ya Komisyonê şandiye ji bo ku biryara dawiyê li ser wê bidin.