Ehmed Elfulasî: Amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî baweriyê dide Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê

Ehmed Elfulasî
Ehmed Elfulasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrekî Îmaratê ragehand, Herêma Kurdistanê yarîkereke serekî ye di warê enerjiyê de û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî baweriyê dide Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28).

Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê yê Îmaratê Ehmed Elfulasî piştî pêşwazîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, “Herêma Kurdistanê bi rengekî taybet û Îraq bi rengekî giştî yarîkerên serekî yên warê enerjiyê û enerjiya nûbûyî ne, lewma tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringî û baweriyê dide vê kopîtkê.

Ehmed Elfulasî amaje da, “Em li wê bawerê ne ku ev kopîtk dê di derheqa dabînkirina enerjiya nûbûyî û veguhastinê enerjiyê bi rêyeke guncayî û pêşkeftî bigehe encameke baş”.

Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 dê li rojên 1 û 2 ên Berçileya 2023ê li bajarê Dubey bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê bi rê ve biçe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe ku di roja neteweyî ya Îmaratê de ye.