Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa France Pressê parve kiriye, agirbesta mirovî ya Xezzeyê ku di navbera Israîl û Hemasê de hatibû îmzakirin îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, anku piştî heft rojan bidawî hat û behsa dirêjkirina wê jî nehatiye kirin.

Medyayên Filistînî parve kiriye, sibeha îro dengê teqînan li Xezzeyê hatiye bihîstin û zêdebarî hebûna balafir û dronan li asmanê wî bajarî û destpêkirina berhingariyan.

Di eynî demê de peyamnêrê K24ê li Xezzeyê ragehand, Israîlê bi giranî dest bi êrîşên li ser bakurê Xezzeyê kiriye.

Ev di demekê de ye ku agirbesta mirovî ya navbera Hemas û Israîlê li roja 24ê meha borî dest pê kiribû û du caran hatibû dirêjkirin. Di wê demê de jî, nêzî 100 revandiyên Israîlî ji bin destê Hemasê û 200 Filistîniyan ji zindanên Israîlê hatin azad kirin.

Li roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê bi moşekan êrîşî Israîlê kir, paşî Israîlê ji aliyê asmanî û bejahî ve êrîşî Xezzeyê kir. Li dû dawî amaran, 14 hezar û 854 welatiyên Filistînî hatine kuştin ku şeş hezar û 150 ji wan zarok û çar hezar jî jin in.

Her li dû amaran, zêdetirî hezar û 400 welatiyên Israîlî hatine kuştin û zêdetirî hezar kesan birîndar in. Herwesa zêdetirî 240 kesan jî ji aliyê Hemasê ve hatine revandin.