Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Îmaratê û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Dubey pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir. Di vî warî der Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.

Di merasîmên vekirina Gera 28ê ya Konfiransa Cîhanî ya Keşûhewayê de li Dubey, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Îmaratê Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê konfiransê de bi serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re bicive û danûstandinan li ser bandorên nerênî yên guhertinên keşûhewayê li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê bike.