Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke serkirdeyên cîhanî li COP28ê dibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) de li Dubey çend kesatiyên siyasî yên cîhanî dîtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hejamreke serok û serokwezîr û berpirsên cîhanî re hevdîtin û danûstandin hebûn, wekî Şahê Mîrgehên Yekgirtî Şah Charles, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed, Serokwezîrê Holandayê Mark Rute, Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî, Serokwezîrê Şahnişîna Urdinê Bişir Xesawine, Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê Kazaxistanê Qasim Tukayîv, Şandiyê Bilind ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên keşûhewayê John Carry û hejmareke berpirsên bilind ên Îmaratê.

Îro di roja yekê ya destpêkirina Koptîka Cîhanî ya Keşûhewayê de, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve hat pêşwazîkirin.