Rêxistina Hengaw: Di 8 mehên borî de 16 kolber li Banê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Rêxistineke Mafê Mirovan, di 8 mehên borî de, 16 kolber li sînorê yê Banê yê Rojhilata Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin û 82 jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafê Mirovan (Hengaw) di daxuyaniyekê de amarên dawî yên kuştin û birîndarbûna kolberên bajarê Bana yê Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, 16 kolber ku di nav wan de ciwanekî 17 salî heye; li sînorê Banê ji ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin. Di heyama 70 rojên borî de jî herî kêm 82 kolber hatine birîndarkirin.

Ji wan 16 kolperan, Resûl Gageşî û Mihemed Letîf Ehmedpûr bi otomobîlê lê dane, yên din jî bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar hatin kuştin ku ciwanê 17 salî Farûq Elîzade jî yek ji wan e.

Li gorî daxuyaniyê, di van demên dawîn de kuştina kolberan li Bana zêde bûye û tenê di heyama 34 rojên borî de, 6 kes ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatine kuştin.

Her sal ji ber ketina ji kolberan, barîna berf û befrê, hilweşîna piran, guleyên rasterast, lêdan û tundiyê, gundî ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.

Hejmarek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a Îranê tên kuştin û birîndarkirin