Baregeheke hêzên Amerîkî li Hesekê rastî êrîşeke mûşekî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (pentagon) ragihand, êrişeke mûşekî li ser baregeha Şedadê ya li parêzgeha Hesekê hate kirin.

Jêderekî ji Pentagonê ji K24ê re ragihand, îro 2/12/2023an çend êrişên mûşekî li ser hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Şedadê ya li başûrê parêzgeha Hesekê hatin kirin.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir jî, ti ziyanên canî û madî ji encama wê êrîşê çênebûne.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmeha borî de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Pentagonê, ji 17ê Cotmehê ve, 74 êrîş li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin, ji wan 32 li Sûriye û 29 jî li Iraqê, nêzîkî 60 leşkeran jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kir jî, di bersivê de jî, Amerîkayê 4 caran ew komên ku êrîş pêk anîne, bombebaran kirin.