Projeya hinardekirina hinarên Kurdistanê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo sala duyemîn, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hinardekirina hinarên Kurdistanê bo cîhanê berdewam e û îsal heta niha 20 ton hinarên Kurdistanê hinardeyî Qeterê kiriye.

Di Adara 2022an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo yekem car destpêşxeriya hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê kir. Ev jî piştî serdana wî ya bo Îmaratê di Çileya 2022an de, ji bo cîbicîkirina dîtina xwe ya peydakirina bazaran û firotina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê li cîhanê.

Bingeha ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve ji bo hinardekirina hinar û berhemên çandiniyê yên sala borî hatibû danîn, îsal bi mebesta berdewamiya geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê, ji aliyê tîma ofîsa wî ve tê berdewamkirin.

Ji ber handan û piştevaniya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehem ji cotkaran re kiriye, hilberîna hinaran li Herêma Kurdistanê îsal bi awayekî berçav zêde bûye û gihîştiye 70 hezar tonî.

Di pêngava yekem de dê 40 ton hinar bê hinardekirin û armanc jî ew e ku heta dawiya vê mehê bigihe zêdetirî 100 tonî. Ligel wê jî, nêzîkî 200 ton hinar li bazarên navxwe hatiye firotin û Carrefour Iraqê jî 10 ton li bazarên xwe firotiye.

Ji bo sala 2023an, wek gava yekem, 20 ton hinarên Helebceyê bi rêya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Farm Craft Global li Qeterê hat hinardekirin û 20 ton jî bo bazarên Îmaratê hat hinardekirin.

Par 2 hezar ton hinarên baxên Helebce û Zaxo bo Îmaratê û ji wir jî bo bazarên din ên Kendavê hat hinardekirin.

Hevdem, Kabîneya Nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariya hinardekirina hinarên Kurdistanê bo bazarên Brîtanya û Ewropayê kiriye. di dema dawî de jî, 100 ton hinarên Helebce ji bo Brîtanyayê hatin hinardekirin.